Lîna Berekat: Jinên Tebqayê berhemên şoreşa xwe bi dest xistin

Lîna Beraket li ser rola jinên Tebqayê û serkeftinên ku pêk anîn, wiha got: "Piştî rizgarkirina bajarê Tebqayê, jinên Tebqayê berhemên şoreşa xwe bi dest xistin.”

Lîna Berekat: Jinên Tebqayê berhemên şoreşa xwe bi dest xistin
10 adar, 2019   10:42

TEBQA

Konferansa yekemîn a jinên Tebqayê bi dirûşma "Tekoşîna jinan ji bo azadiyê, têkoşîna azadiya mirovahiyê ye" li Akademiya Şehîd Xalid Elêwî dewam dike. Di konferansê de gelek axaftin bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan û bi navê Meclisa Rêveber a Tebqayê hatin kirin.

Di konferansê de berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat axivî û wiha got: "Beriya demekê ev tirs hevalê jinên Sûriyê bû, ev yek jî dibû asteng di pêşketina wê û civakê de, ji ber ku hişmendiya baviksalar ji jinên civaka Sûriyê re qada azadiyê nehiştibû ku bikare nêrînên xwe bibêje, cureyên bendan pir bûn û herî dawî jî DAIŞ`ê jî bi terora xwe rûmet û mafên jinan ên mayî bi dest xistin."

Lîna Berekat li ser rola jinên Tebqayê û serkeftinên ku jinan pêk anîn, wiha got: "Piştî du sal ji rizgarkirina bajarê Tebqayê, jinan dikaribû mafên xwe di jiyanê de îsbat bikin û têgehên li ser jinan di mêjiyê civakê de hatine çandin, biguherîne. Jinan saziyên xwe ava kirin, tê de guhertinên fikrî ji bo rizgarkirina jinan ava kirin, ev yek jî guhertinek di mêjiyê jinan bi xwe de çêkir."

Lîna Berekat li ser rola jinên Sûriyê axivî û teqez kir ku ev yek cihê serbilindiyê ye, ji ber ku jinan di qada siyasî, leşkerî, civakî, aborî û çandî de serkeftin pêk anîn.

Konferans bi axaftinan didome.

(jo)

ANHA