Karsazên Tirkiyeyê li hemberî desthilatdariya Erdogan banga alîkariyê dikin

Karsazên Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê banga alîkariyê ji rayedarên welat kirin û ji wan xwestin ku nexşeriyeke zelal diyar bikin da ku mezinbûna darayî ya aborî were çareserkirin û dawiyê li aloziya di navbera Tirkiye û Amerîka de bînin. Karsaz li hemberî zêdebûna desthilatdariya Erdogan li ser aboriya Tirkiyeyê ku di encamê de nirxa lîreya Tirkiyeyê hildiweşe xemgîniyên xwe anîn ziman.

Karsazên Tirkiyeyê li hemberî desthilatdariya Erdogan banga alîkariyê dikin
14 tebax, 2018   11:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî aloziya aborî ya Tirkiyeyê îro karsazên Tirkiyeyê diyar kirin ku pêdivî bi siyaseteke rexnedayînê heye da ku nirxa lîreya Tirkiyeyê vegere rewşa xwe ya normal, piştî ku ji 17 salan ve îsal li hemberî dolar daket asteke herî jêr.

Karsazan bi daxuyaniyekê banga alîkariyê ji rayedarên welat kirin da ku nexşeriyeke zelal diyar bikin û mezinbûna darayî ya aboriya welat çareser bikin. Karsazan her wiha banga bi dawîkirina nakokiyên di navbera Tirkiye û Amerîka de bi rêbazên dîplomasî kirin û aloziya ji ber girtina keşeyê Amerîkî Andrew Branson û hin dozên din ên bi nakok di navbera herdu welatan de nîşan dan.

Îsal lîreya Tirkiyeyê bi qasî %40 ji nirxa xwe li hemberî dolar winda kir û bi qasî %18 ji sala 2001'an ve daket û li hemberî dolarekî gihîşt asta 7.24 lîreyan.

Razemenîkar li hemberî zêdebûna desthilatdariya serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan li ser aboriya welat û mezinbûna aloziya dîplomasî bi Amerîka re xemgîniyên xwe tînin ziman.