Li Xezayê 3 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 120 jî birîndar bûn

Di topbarana hêzên Israîlê de du encamên Ketîbeya El-Qesan baskê leşkerî yê Tevgera Hemas hatin kuştin. Di çalakiyên "Meşa Mezin a Vegerê" de welatiyeke Filstînê jiyana xwe ji dest da.

Li Xezayê 3 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 120 jî birîndar bûn
20 tîrmeh, 2018   18:06

XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê diyar kirin ku endamên Ketîbeya El-Qesam baskê leşkerî yê Tevgera Hemas Mihemed Ferhane (31) û Şaban Ebû Xatir (26)di encama topbarana hêzên Israîlê yên li dijî nuqteyên ketîbeyê li rojhilatê Xan Yûnis hatin kuştin.

Ketîbeya El-Qesam jî piştî buyerên çend topên hawnê avêtin niştecgeha Xelas ya Xezayê.

Li aliyekî din, welatiyê Filistînî yê bi navê Mehmûd Xelîl Qişta (23) ku tevlî çalakiyên "Meşa Mezin a Vegerê" bibû, di encama gulebarana hêzên Israîlê de jiyana xwe jidest da û 120 jî biîrndar bûn.

(bb)

ANHA