Li Daqûq teqîn: 1 kuştî

Li gundek ê Daqûqê ji ber teqîna bombeyê welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

Li Daqûq teqîn: 1 kuştî
18 gulan, 2018   10:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro saetên sibehê li gundê Qelay Zenqer ê girêdayî bajarokê Daqûq a ser bi Kerkûkê ve bombet teqiya û welatiyê binavê Yunis Mihemed Kakeyî jiyana xwe ji dest da.

Der barê bûyerê de welatiyê ji gundê Zenqer ê Daqûqê Bêstûn Kakeyî ji RojNews re got; “Yunis Mihemed çû nêzî Qelay Zenqer. Li vir bombek pêştir hatî danîn pêde teqiya û li cihê teqînê jiyana xwe ji dest da.

Yunis Mihemed sala 1966’ê jidayik bûye û bavê 3 kur û 2 keçane.”

Hêjay gotinê ye ku li ser sînorê navbera Hewîce û Daqûqê kiryar û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê didomin. Di nava 15 rojên buhrî de ev bombeya sêyemeye bi welatî û hêzên ewlehiyê ve diteqe ye.