Akademiya Şehîd Demhat dewreya yekemîn bi dawî kir

Li Akademiya Şehîd Demhat a Ciwanan yekemîn dewreya perwerdeyê bi dawî bû.

Akademiya Şehîd Demhat dewreya yekemîn bi dawî kir
Akademiya Şehîd Demhat dewreya yekemîn bi dawî kir
Akademiya Şehîd Demhat dewreya yekemîn bi dawî kir
11 gulan, 2018   13:04

KOBANÊ

Li Akademiya Şehîd Demhat a girêdayî Yekîtiya Ciwanên Rojava ya li kantona Kobanê 15 roj berê yekemîn dewreya perwerdeyê ya 20 ciwanan bi navê "Şehîd Navdar Serhed" hatibû destpêkirin.

Di dewreyê de waneyên  li ser heqîqîeta rêjîma Baas, Federalî, çand û exlaq, netewa demokratîk, sîstema komîn û meclîsan, girîngiya perwerdeyê, şerê taybet û rêxistinbûyîn hatin dayîn.

Dewreya ku endamên Komîteya Ciwanan a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê tevlî bibûn, bi merasîmekê bi dawî bû.

Di merasîmê rêveberên Kongreya Star û bi dehan şêniyên kantonê amade bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Endamê Koordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava Xeyrî Cûdî li ser rola ciwanan di pêşxistina civakê de destnîşan kir û bagn li ciwanan kir ku xwedî li firkê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin.

Merasîm bi stranan bi dawî bû.

Endama Partiya El-Wehda Xada Mehmûd ku beşdarî dewreya perwerdeyê bû anî ziman ku wê sûd ji perwerdeyê girt û bang li ciwanan kir ku beşdarî dewereya perwerdeyê bibin û asta zanebûnê xwe pêş bixînin.

(bb)

ANHA