Pirên ji ber lehiyê ziyan dîtibûn hatin sererastkirin

Şaredariya Gel a El-Cirniya bi hevkariya Şaredariya Tebqayê 13 pir ên ku ji ber lehiyê ziyan dîtine sererast kir.

Pirên ji ber lehiyê ziyan dîtibûn hatin sererastkirin
Pirên ji ber lehiyê ziyan dîtibûn hatin sererastkirin
Pirên ji ber lehiyê ziyan dîtibûn hatin sererastkirin
11 gulan, 2018   12:46

TEBQA

Di encama lehiyê de, li gundên Xirbe Taha û Tinêra yên girêdayî bajaroka Cirniyê ziyan gihiştin mal û zeviyên gundiyan, her wiha pirên  gund jî ziyan dîtin.

Şaredariya Gel a Cirniyê diyar kir ku 13 pir li gundên rojava û rojhilatê bajaroka Cirniyê ziyan dîtin.

Şaredariya Cirniya bi hevkariya Şaredariya Tebqayê wekî gaveke lezgîn, pir xetimand da ku çûnûhatina erebeyan hesan bike û di demê pêş de pirsgirêkê ji kokê de çareser bike.

Hevserokê Şaredariya Gel a Cirniyê Hemed El-Ehmed diyar kir şaredarî rewşa gundan û bajarokê piştî lehiyê şopand û soz da ku li gorî derferan tawîzên ziyanan werin daîyîn.

(bb)

ANHA