Cenazeyê şehîd Herdem Çiya hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şehîd Kîlan Ibrahîm (Derdem Çiya) li goristana Şehîd Dilşêr oxir kirin. Her wiha nasnameya gerîlayê HPGʹê Hîşam Cemîl (Karwan Maşûq) ku li Herêmên Parastina Medya şehîd bûye hat ragihandin. 

Cenazeyê şehîd Herdem Çiya hat oxirkirin
Cenazeyê şehîd Herdem Çiya hat oxirkirin
Cenazeyê şehîd Herdem Çiya hat oxirkirin
Cenazeyê şehîd Herdem Çiya hat oxirkirin
Cenazeyê şehîd Herdem Çiya hat oxirkirin
14 nîsan, 2018   17:12

QAMIŞLO 

Girseya gel cenazeyên şervanê YPGʹê Kîlan Ibrahîm (Herdem Çiya) ku dema li ser erkê xwe bû di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû, wergirtin û  ber bi goristana Şehîd Dilşêr ve ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêz û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre bi navê YPG/YPJʹê Sîdar Tirbespiyê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesen Ebdullah û bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Hisên Elî axivîn. 

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên herdû şehîdan re hat xwestin û soza domandina têkoşînê hat nûkirin. Her wiha hat zanîn ku bi saya fedekariya şehîdan gelên herêmê jiyaneke aram dijîn. 

Bi navê malbata şehîd Karwan Maşûq apê şehîd, Fîlzor Cemîl axivî û got ku ji dema şehîd Karwan tevlî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bûye de, zarokekî ji malbatê navê wî rakir û niha şervanê YPGʹê ye. Ew ê riya şehîd Karwan bişopîne. Cemîl wiha domand, ʺEm soza şopandina riya şehdan heta pêkanîna armancên wan didin.ʺ

Bi navê malbata şehîd Herdem Çiya jî xalê şehîd, Yasîn Murad axivî û diyar kir ku beriya salekê şehîd Simko hat oxirkirin, îro jî birayî wî Kîlan tê oxirkirin. Yasîn soza domandina têkoşînê da. 

Di dawiyê de nasnameyên herdû cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyê şehîd Herdem Çiya di nava tîlîliyên dayîkan de hat veşartin. 

(mm)

ANHA