‘12 welat dixwazin ji bo rawestandina şerê li dijî Îranê navbeynkariyê bikin’

Rayedarekî amerîkayî îdia kir ku nêzîkî 12 welatan ji bo navbeynkariya rawestandina şerê li dijî Îranê, bi Washingtonê re têkilî danîne. DYA’yê ragihand ku niha tu dan û standin nîn in.

‘12 welat dixwazin ji bo rawestandina şerê li dijî Îranê navbeynkariyê bikin’
5 adar, 2026   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî amerîkayî ji CNN’ê re got çend welatan “xwestiye bizanin gelo ew dikarin ji bo kontrolkirina krîzê bibin alîkar” û destnîşan kir ku Washingtonê ji wan welatan bi hinekan re têkilî daniye, lê navên wan aşkera nekirin.

Berevajî vê, rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diyar kir ku niha tu dan û standin ji bo rawestandina operasyonên leşkerî nayên kirin û got heta niha tu rêyeke bidawîkirina şer xuya nake.

Ajansa nûçeyan a Îranê Tasnîmê jî li ser zimanê rayedarekî rejîma Îranê ragihand ku Îranê tu peyamek ji DYA`yê re der barê vekirina kanalên têkiliyan de neşandine û da zanîn ku ew “bersiva peyamên Washingtonê nade.”

(k)