ˋHêzên Koalîsyona Navneteweyî ji baregeha Tenefê çûn Urdinêˊ

2 çavkaniyan ji Reutersˊê re got Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji baregeha leşkerî ya Tenefê ya rojhilatê Sûriyeyê ber bi Urdinê ve vekişiyan.

ˋHêzên Koalîsyona Navneteweyî ji baregeha Tenefê çûn Urdinêˊ
11 sibat, 2026   22:14
NAVENDA NÛÇEYAN

2 çavkaniyên ewlehiyê ji Reutersˊê re ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hêzên xwe yên li baregeha leşkerî ya Tenefê ya rojhilatê Sûriyeyê vekişandin Urdinê.

Baregeha Tenefê xwedî cihekî stratejîk li sêgoşeya sînorî (Sûriye-Urdin-Iraq) ye. Di 2014ˊan hat avakirin ku bibe navendeke operasyonên Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna Dijî DAIŞˊê.

(fr)