Li Kobanê ji ber nexweşiyê pitikekî koçber jiyana xwe ji dest da

Pitikekî koçber li navendeke demkî ya bajarê Kobanê, ji ber xwarina nebaş, ava nepaqij û nebûna xizmetên parastinê ya ji ber dorpêçê, jiyana xwe ji dest da.

Li Kobanê ji ber nexweşiyê pitikekî koçber jiyana xwe ji dest da
11 sibat, 2026   21:41
KOBANÊ

Nûçegihana me ji Kobanê ku agahiyên xwe dispêre bijîşkên Nexweşxaneya Kobanê daxuyand ku pitikê bi navê Xelîl Muslim ê 8 heyvî ku malbata wî ji bajarê Reqayê koçberî Kobanê bûye, li navendekî demkî bi cih bûye, ji ber îltîhaba zirarê, jiyana xwe ji dest da.

Ev bûyer, balê dikişîne ser kêmbûna xizmetên tenduristiyê û parastinê li navendên demkî, ya ku ji 23 rojan ve hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê Kobanê kiriye dorpêçê. Şênî û sazî rakirina dorpêçê dikin. Ji ber ku êdî rewşa li bajêr xeter e.

(fr)