ˋDYA plana Îsraîlê ya kişandina Sûriyê li dijî Hizbullahê rawestandˊ

Çavkaniyên Îsraîlî diyar kir ku DYAˊyê bi awayekî rasterast destwerdan kir, êrişa Îsraîlê li dijî deriyê El Mesne yê di navbera Sûriye û Lubnanê de rawestand û plana Îsraîlê ya kişandina Sûriyeyê li nava şerê li dijî Hizbulllaha Lubnanê asteng kir.

ˋDYA plana Îsraîlê ya kişandina Sûriyê li dijî Hizbullahê rawestandˊ
6 nîsan, 2026   21:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên siyasî yên Îsraîlî diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êrişa Îsraîlê li dijî deriyê El Mesne yê di navbera Sûriye û Lubnanê de asteng kir, plana kişandina Sûriyeyê nava şerê li dijî Hizbullahê rawestand.

Radyoya Îsraîlê destnîşan kir ku, piştî demeke kurt ji daxuyaniya berdevkê artêşa Îsraîlê ya bi zimanê Erebî ku dibêje beriya êrişkirinê deriyê sînor vala bikin, Rêveberiya Amerîkayê ji serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu daxwaz kir ku vê êrişê bisekinîne.

Artêşa Îsraîlê bi hinceta Hizbullah derî û rêya lez a M30 ya li derdorê ji bo armancên leşkerî bi kar tîne êrişên deverên li nêzî deriyê kiribû û got ew amadekariya êrişî derî dike û ji kesên li wir xwest ku wir vala bikin.

Raporekê bi bîr xist ku Îsraîlê daxwaz ji DYAˊyê xwestiye ku ji ber sedemên siyasî êrişa li dijî derî taloq bike û mijarê ji rayedarên ewlehiyê yên Sûriyeyî yên ji ber serok Ehmed El Şeri ve dixebitin re bihêle.

Radyoya Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî da zanîn ku têkildarî mijarê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji Amerîkayiyan re gotiye ew li dijî Hizbullahê dixebitin û wan di rojên borî de hewlên qaçaxîkirina çekan ji Sûriyeyê ber bi Lubnanê ve têk birine.

Lê hin çavkaniyên dîtir anî ziman ku armanca rast ew e ku zext li Şamê were kirin ku bikeve nava şer. Ev jî dişibihe ew tecrûbeya ku Îsraîlê di 1976ˊan de rê daye 20 hezar leşkerên artêşa Sûriyeyê ku derbasî Lubnanê bibe, bi wê re trajediyeke biêş ji Lubnaniyan re çêkir.

Li gorî çavkaniyên ji rojnameya Îsraîlî Maariv re gotine, Îsraîl diyar dike ku têkçûna berdewam a Lubnanê di rûbirûbûna Hizbullahê de, windakirina baweriya Amerîka û Rojavayî bi saziyên dewleta Lubnanê, têrê dikin ku rewşeke herêmî ya nû were avakirin, Îsraîl û rejîma Sûriyeyê ya nû ji bo parvekirina berpirsiyariyên ewlehiyê li Lubnanê lihev bikin.

(ac/fr)

ANHA