Peyamên xîtaba Hizbullahê rojeveke rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih dan xîtaba Sekerterê Giştî yê Hizbullah a Lubnanê Hesen Nasrallah, tevgerên Amerîkayê li beramberî Xezayê û agahiyên il ser piştgiriya çekan a Rûsya ji bo Hizbullahê.

Peyamên xîtaba Hizbullahê rojeveke rojnameyên erebî ye
4 mijdar, 2023   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb der barê xîtaba Sekerterê Giştî yê Hizbullah a Lubnanê Hesen Nasrallah de nûçeyek weşand. Di nûçeya rojnameyê de hat diyarkirin: “Xîtaba Nasrallah ne ji bo alîgirên wî yên li Lubnanê yan herêmê bû, ne jî ji bo alîgirên Hemasê bû. Lê belê peyamek ji bo aliyên derve bû, navaroka peyamê ew bû ku Hizbullah naxwaze şer li Lubnanê belav bibe.” Ev xîtab wekî helwesteke fermî ku şer û çarenûsa Hemasê, Îranê û Hizbullahê eleqedar nake, hat hesibandin û hat diyarkirin ku Amerîka û Îsraîl li benda vê helwestê bûn.

ARMANCÊN SERDANA BLINKEN BO XEZAYÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat jî behsa helwesta Amerîkayê li hember bûyerên li Xezayê kir. Di nûçeya rojnameyê de hat diyarkirin ku ji dema serdana sêyemîn a wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken bo herêmê -ya hemwextî şerê li Xezayê-, diyar bû ku armanca serdanê ′agirbestê′ derbas dike û afirandina rewşeke nû ya siyasî, leşkerî û herêmî armanc dike. Hat destnîşankirin ku Blinken rewşa Xezayê piştî şer û bidawîkirina hikumê Hemasê nîqaş kiriye. Her wiha nêrînên çavdêrên rewşê yên mîna “çi însiyatîfek ku çareseriyê ji her du aliyan re daneyne ne serkeftî ye” hat bihckirin.

'RÛYSA DÊ PIŞTGIRIYÊ BIDE HIZBULLAHÊ'

Tora El Hurra jî di raporeke xwe de diyar kir ku li gorî agahiyên di raporên tora CNN a Amerîkayê û rojnameya “The Wall Street Journal” de hatine parvekirin, koma Wagner plan dike ku pergala parastinê ya hewayî ya Rûsyayî ji Hizbullah a Lubnanê re bişîne. Ruxmî ku Kremlînê ev yek derewand jî, lê belê pirsporên ji tora El Hurra re ev yek piştrast kir.

(fr/c)