Li Nepalê erdhej: 128 kesan jiyana xwe ji dest da

Li herêma Jajarkot a li rojavayê Nepalê bi pileya 6.4 erdhej çêbû. Li gorî bîlançoyên despêkê, ji ber erdhejê 128 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Nepalê erdhej: 128 kesan jiyana xwe ji dest da
4 mijdar, 2023   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Medya Nepalê ragihand ku duh di kûrahiya 10 km di bin erdê de bi pileya 6.4 erdhej çêbûye.

Her wiha hate diyarkirin ku li gorî bîlançoyên destpêkê di encama erdhejê de 128 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar û windabûn e.

Erhej li Hindistanê jî hat hîskirin.

(fr)