Ev 11 roj in agahî ji Silêman Ehmed nayên wergirtin

Ji Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 11 roj in agahî nayên wergirtin.

Ev 11 roj in agahî ji Silêman Ehmed nayên wergirtin
4 mijdar, 2023   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnws’ê Silêman Ehmed 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 11 roj in agahî jê qut in.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê ye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kir û îtiraf kir ku ew revandine.

Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa Erebî ya ajansa Rojnws’ê de wek edîtor dixebite.

Ajansa Rojnewsê piştî revandina endamê wan daxuyanî dabû gotibû: “Em tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.”