Nivîskar Melevan Resûl: Divê desthilata Tirk ji bo çareseriyê gavan biavêje

Rojnamevan û nivîskar Melevan Resûl diyar kir ku gel êdî bi rastiya dewleta Tirk dagirker nayê xapandin û got "Divê dewleta Tirk feraseta xwe biguherîne, dest ji dirûşmên derew berde, dijbertiya xwe rawestîne û gavên ber bi aştiyê ve biavêje."

Nivîskar Melevan Resûl: Divê desthilata Tirk ji bo çareseriyê gavan biavêje
31 ÇILE, 2025   02:25
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Rojnamevan û nivîskar Melevan Resûl têkildarî operasyonên qirkirina siyasî ku AKP’ê li dijî gelê Bakurê Kurdistanê zêde kirine, êrişên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha îdiayên wê yên der barê aştiyê de ji ajansa me ANHA’yê re axivî.

Melevan Resûl diyar kir ku guhertinên bilez ên li cîhanê rû dan, ketina rejîma Beşar Esed, êrişên Îsraîlê yên li ser Hizbullahê û rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê; dewleta Tirk tirsandiye û hiştiye ku beriya rêgeha xwe diyar bike li çareseriyê bigere, lewre destûr da ku hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re were kirin.

Melevan Resûl anî ziman ku gel êdî bi rastiya siyaseta dewleta Tirk a dagirker nayê xapandin û got: "Her kes mercên ku hiştine dewleta Tirk destûra hevdîtinê bi Rêber Apo re bide dizane, lê zîhniyeta wê nehatiye guhertin."

Resûl da zanîn ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re têrê nake û bi bîr xist ku heya niha tu gavên şênber li ser erdê nehatine avêtin, pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan nehatiye rakirin, operasyonên girtin û qirkirina siyasî li Bakurê Kurdistanê ranewestiyane.

Melevan Resûl îşaret pê kir ku desthilata Tirk ne cihê baweriyê ye, bi siyaset û kiryarên xwe yên ku bi şer desthilata xwe xurt dike û êrişan didomîne û wiha domand: "Eger bi rastî aştiyê dixwaze çima li aliyekî xîtaba nefretê didomîne û li aliyekî banga xweradestkirinê. Divê xeta dijbertiyê terk bike û gavan ber bi aştiyê ve biavêje."

Melevan Resûl destnîşan kir ku girîng e zihniyeta desthilata Tirk a li ser esasê qirkirin û qetilkirinê were guhertin û aştiyeke mayînde were pêkanîn. Resûl di dawiya axaftina xwe de got: "Yek partî û yek netewe ji aliyê gel ve nayê qebûlkirin. Berdewama zimanê nefretê li dijî gelê Kurd dê hêrseke mezin li hundirê Tirkiyeyê çêke."

(bb)

ANHA