ˋMirovahî, xwişk û Biratî bingeha pêşeroja Sûriyeyê yeˊ

Nûnerên ol û baweriyên Sûriyeyê destnîşan kir ku hemû pirtûkên esîmanî û gotinên Xwedê girîngiyê didin hezkirinê û jiyana hevbeş û destnîşan kir ku mirovahî, xwişk û biratî bingeha pêşeroja Sûriyeyê ye.

5 ÇILE, 2025   21:36
Hesekê

Nûnerên ol û baweriyan ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bi giştî bi dirûşma "Ol û baweriyên Sûriyeyê bi perspektîfê di bin asîman de tiştê herî zêde Xwedê jê razî ye xwişk û biratiya di nav mirovan de ye, pêşeroja xwe nîqaş dikin" li xwaringeha Marbêla ya bajarê Hesekê paneleke diyalogê li dar xist.

Di panelê de nêzî 150 nûnerên ol û baweriyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bi giştî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê beşdar bûn.

Dîwana panelê ji nûnerên hemû ol û baweriyan hat avakirin: ji ola Êzîdî Silêman Cafer, ji baweriya Elewî Azad Husên, ji ola Zerdeştî Menal Şêxmûs, sekreterê dêrên xiristiyanên Cizîr û Firatê Dr. Ezîz Ahî, ji Meclisa Civakî ya Ermenî Guhar Entranîk Xecadoryan, ji dêra Yekitiya Încîlî keşîş Corc Moşî, endamê Partiya Yekitiya Suryanî endazyar Fadî Dawî, hevseroketiya Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed El Xerzanî û Evîn Yûsif Hecî, serokê Saziya Diyalog û Nûkirina Olî ya Maşûq El Xiznewî, Murşid Maşûq El Xiznewî, hevserokê Meclisa kantona Reqayê ya Kongreya Îslama Demokratîk Îbrahîm Ewês û profesorê zanistên olî Şêx Seid Silo.

Piştî dîwan hat avakirin, li ser navê Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a kantonê Hesen Şero lidarxistina panelê pîroz kir û berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya li Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê silav kir.

Şero diyar kir ku pêwist e hemû dosya werin nîqaşkirin û got: "Hin alî hene hewl didin fîtneyê di nav pêkhateyan de derxin. Sûriye ji berê de di ol û neteweyan de pirreng e, lê belê rejîmê hinek ji wan paşguh kirin."

Piştre beşdaran li ser ol û baweriyên xwe axivîn û nêrînên xwe der barê rewşa Sûriyeyê de anîn ziman.

Beşdaran bi ayetên ji Quranê teqezî bi biratiya gel, ol, bawerî û neteweyan da.

Di peyaman de hat diyarkirin ku ji bo pêkanîna edaleta civakî pêwistî bi dewleteke medenî ya demokratîk ku tê de ol ji dewletê were veqetandin, heye.

Beşdaran banga pêkanîna gotinên hezkirin û hevgirtinê yên di pirtûkên esmanî de kir.

Piştî xwendina peyaman beşdaran sûc û binpêkirinên li dijî pêkhateyên hundirê Sûriyeyê şermezar kirin û banga bidawîkirina sûcan kir.

Panel bi xebitîna li ser hin xalan bi dawî bû. Ji wan xalan tevgerîna li gorî merheleya bê ku jiyaneke birûmet ji Sûriyeyan re were misogerkirin ku tê de mafên tevahî welatiyan parastî.

Wê di çenn rojên bê de ev xal ji raya giştî re werin parêvekirin.

(mh/fr)

ANHA