Şehîdên Parîsê li Lubnanê hatin bibîranîn

Şehîd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemaz li Lubnanê bi semînerekê hatin bibîranîn.

Şehîdên Parîsê li Lubnanê hatin bibîranîn
Şehîdên Parîsê li Lubnanê hatin bibîranîn
Şehîdên Parîsê li Lubnanê hatin bibîranîn
5 ÇILE, 2025   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya salvegera Komkujiya Yekemîn a Parîsê ya ji bo bîranîna şehîd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemaz de rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Lubnanê bi beşdariya bi dehan endamên xwe semînerek da.

Di semînerê de endama PYDˋê li Lubnanê Rêvan Kobanê axivî û got: "Her du komkujiyên li Parîsê ku di 2013ˋan û 2022ˋyan de pêk hatine di dîroka gelê Kurd, dostên wî û cîhanê tevahî de êşeke mezin çêkir. Ev komkujiyên ku hatine kirin bi armanca têkbirina pêvajoya diyalog û çareseriya demokratîk a doza Kurdî û hedefgirtina tevgera jina Kurd bû."

Der barê rola dîroka berxwedanê ya şehîdên her du komkujiyan de Rêvan wiha domand: "Ji roja yekemîn a tevgera PKKˋê ve, jiyana xwe kir oxira rizgariya gel û jinan. Şehîd Rojbîn roleke mezin di pêşxistina siyasî û dîplomasiya Kurdî de pêk anî. Rêheval Ronahî jî bûbû sembola tevgera ciwanên Kurdistanê. Evîn Goyî jî li dijî DAIŞˋê di Şoreşa Rojava de pêşengî kir."

Rêvan diyar kir ku têkoşîna jina Kurd tijî destan û efsane û fedakarî ne û wiha got: "Jina Kurd di dîroka têkoşîn û berxwedanê roleke mezin lîst û bandor li ser civakê tevahî kir."

Semîner bi diruşmaˋJin, Jiyan, Azadîˋ bi dawî bû.

(fr)