Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî di nava seferberiyê de ye

Xelkê herêmêa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li tevahî gund, bajarok û bajarên Herêmê di çarçoveya xurtkirina ewlehî û îstîqrara li herêmê de piştgiriya hêzên xwe QSDˋê dikin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî di nava seferberiyê de ye
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî di nava seferberiyê de ye
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî di nava seferberiyê de ye
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî di nava seferberiyê de ye
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî di nava seferberiyê de ye
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî di nava seferberiyê de ye
5 ÇILE, 2025   22:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo bersivdana banga seferberiya giştî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dayek destpêkirin, êdî li tevahî deverên herêmê nuqteyên kontrolê zêde bûne û dewriyeyên hevbeş bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re bi rê ve diçin..

Gundek an jî bajarokek li taxên nava bajaran nema û nobetdariya ji hêla xelkê wan ve nehat kirin. Gelê li tevahî deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina ewlehî û îstîqrarê û rê li pêş hewldanên têkbirina ewlehiyê bigirin, li ser pêyan in.

Li kêlek wê jî bi dehan keç û xortên herêmê yekser tev li QSDˋê û hêzên ewlekariyê dibin.

Ev tedbîrên, di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên hewayî û bejahî li dijî tevahî deverên Herêmê pêk tînin, tên girtin, nexasim jî herî zêde gundewarê Kobanê û gundewarê minbicê tên hedefgirtin.

(fr)