Şêniyên Amûdê: Em di yek xendeqî de hevgirtî bin

Şêniyên bajarê Amûdê bi hemû pêkhateyên xwe, xwe li gorî qonaxa heyî bi rêxistin kirin û li kêlek hêzên xwe parastina bajarê xwe dikin û got: "Divê em her tim şiyar bin. Erka me ye ku em Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmen di yek xendeqî de hevgirtî bin."

Şêniyên Amûdê: Em di yek xendeqî de hevgirtî bin
Şêniyên Amûdê: Em di yek xendeqî de hevgirtî bin
Şêniyên Amûdê: Em di yek xendeqî de hevgirtî bin
Şêniyên Amûdê: Em di yek xendeqî de hevgirtî bin
3 ÇILE, 2025   05:10
AMÛDÊ
SÎMAV MEHMÛD

Şêniyên bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rojane nobeta parastina bajêr di nav Hêzên Parastina Civakê (HPC) de, digirin. Armanca sereke ya şêniyan parastina ewlehî û aramiya bajêr û şêniyan e.

Endamê HPC'ê Mihemed Hisên ku di nav dewriyeyê de derdikeve nobeta parastinê, ji ajansa me re diyar kir ku armanca wan parastina ewlehiya şêniyan û aramiya herêmê ye.

Hisên diyar kir ku HPC'ê bi awayekî rasterast bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re koordîneyê dike û bang li şêniyên bajêr û bajarokan kir ku herêmên xwe biparêzin û li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn bin.

Girêdayî wê, şêniyên Amûdê û malbatên şehîdan piştgiriya xwe ji berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û yên DAIŞ'ê, nîşan da.

Welatî Seîd Ferso diyar kir ku armanc ji êrişan têkbirina îradeya gelê herêmê û qirkirina wî ye û got: "Pêwist e em hişyar bin û destekê bidin QSD'ê, ji ber ku QSDˋê me û xaka me diparêzin. QSD rûmeta me ye û erkê me jî ew e ku em di yek eniyê de bi Kurd, Ereb, Suryan û Turkmenên xwe hevgirtî bin. Em ê li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin."

Welatî Ebdulbaqî Dawî ku bi xwe bavê şehîd Dijwar e, teqezî bi girîngiya hevgirtinê da û got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tu cudahiyê naxin nav Kurd, Ereb û Suryanan, ew hemiyan hedef digirin. Ji bo têkbirina îradeya me bihaneyên pûç derdixin û rojnamevanan jî hedef digirin."

(mh/fr)

ANHA