ˋLi Kendavê 6 hezar deryavan asê maneˊ

Rêxistina Navneteweyî ya Deryavaniyê ya NYˊyê ragihand ku nêzîkî 6 hezar deryavan li Kendavê asê mane û banga kêmkirina rageşiyê kir.

ˋLi Kendavê 6 hezar deryavan asê maneˊ
8 tîrmeh, 2026   21:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Navneteweyî ya Deryavaniyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro ragihand ku nêzîkî 6 hezar deryavan li ser keştiyan li Kendavê asê mane û hişyarî li ser metirsiya zêdebûna rageşiyê li Tengava Hurmuzê da.

Sekreterê Giştî yê rêxistinê Arsenio Dominguez di daxuyaniyekê de ji bo çapemeniyê got ku êrişên dawî rewşa tirs û fikaran di nav deryavanan de zêde kiriye û bang li hemû aliyan kir ku ji alozkirina rewşê dûr bisekinin û derketina bi ewlehî ya keştiyên asê mane misoger bikin.

Dominguez diyar kir ku di dema xebitandina plana derxistinê de 2 hezar û 900 deryavan li ser 136 keştiyan bi rêyên altarnatîv derxistin.

Dominguez destnîşan kir ku pêwîstî bi kêmkirina rageşiyê û parastina ewlehiya deryavanan heye.

(fr)