Li başûrê Siwêdayê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

Li gundewarê Siwêdayê cenazeyê ciwanekî ji gundê Hibran e bi guleyan hate kuştin hate dîtin.

Li başûrê Siwêdayê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
8 tîrmeh, 2026   20:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, li gundewarê başûrê Siwêdayê cenazeyê ciwanekî bi guleyên nenasan hatiye kuştin hat dîtin. Ciwanê hatiye kuştin ji gundê Hibran ê Siwêdayê ye. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku ev sûc li derdora gundê Hibran çêbû, lê hîna hûrgilî û sedemên bûyerê û êrişkar nayên zanîn.

Li gorî SOHRˊê, ji destpêka 2026ˊan ve 254 sûc hatine kirin, di encamê de 279 kes jê 225 mêr, 18 zarok û 36 jin hatine kuştin.

(fr)