ˋJi bo parastina herêmê tev li QSDˋê bibinˊ

Endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantoan Cizîrê yên ku tev li seferberiya giştî bûne bang li şêniyên herêmê kir ku ji bo parastina herêmê û bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker tev li QSDˋê bibin.

ˋJi bo parastina herêmê tev li QSDˋê bibinˊ
12 sibat, 2025   21:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê, partiyên siyasî, tevgerên jin û saziyên civakî di 5ˋê Sibatê de ragihand ku bersiv da banga seferberiya giştî û tev li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûn.

Piştî bidawîbûna perwerdeyê, îro endamên tev li seferberiyê bûne, erkên xwe li gundewarê kantona Dêrazorê pêk anîn.

Der barê mijarê de hevserokê Şaredariya Sefiya ya bajarê Hesekê Omer El Zobi axivî û got: "Ji bo bersivdana seferberiya giştî ku Rêveberiya Xweser ragihandiye û ji bo ku em li kêlek hêzên xwe QSDˋê parastina xak û pêkhateyên xwe bikin, em li vir in."

El Zobi wiha domand: "Me berê digot em li pişt hêzên xwe ne, lê em ê îro bibêjin em di yek xendekî de li kêlek şervanên xwe ne û bang li tevahî pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku tev li hêzên leşkerî bibin, xak û rûmeta xwe biparêzin."

Rêvebera Kongra Star a Hesekê Beyan Xelîl jî got: "Em ji bo bi hêzên xwe yên QSDˋê re parastina herêmê bikin, li herêma Dêrazorê ne. Endamên rêveber ên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl tev li seferberiya giştî bûn."

(fr)

ANHA