Endamên Rêveberiya Xweser li kêlek şervanan parastina herêmê dikin

Di çarçoveya bersivdana banga seferberiya giştî ku QSDˋê îlan kiriye de endamên Rêveberiya Xweser di çeperên pêş de li kêlek hêzên xwe cihê xwe digirin.

Endamên Rêveberiya Xweser li kêlek şervanan parastina herêmê dikin
12 sibat, 2025   21:03
KOBANÊ

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo parastina herêmê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û rêxistina DAIŞˋê seferberiya giştî ragihandibû. Ji bo bersivdana vê seferberiyê bi dehan welatî û endamên saziyan li kêleka hêzên xwe di çeperên şer de ne.

Li bajarê Kobanê jî endamên Rêveberiya Xweser li kêlek şervanên xwe cihê xwe di vê berxwedanê de digirin.

Li eniyên şer civînek hat lidarxistin. Di civînê de hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziye Mihemed civîn bi rê ve bir û got: "Li ser banga Rêveberiya Xweser a tevlêbûna seferberiya giştî me berê xwe da bajarê Kobanê û li kêlek şervanên xwe me dest bi parastina xaka xwe kir."

Li aliyekî din jî Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Talat Yunis aixvî û got: "Em endamên saziyên Rêveberiya Xweser tev li seferberiyê bûn, ku li kêlek hêzên xwe li dijî êrişên dagirkeriyê bisekinin. Gelê me yê berxwedêr careke din îsbat kir ku li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê têkoşîneke mezin raber dike. Em berxwedana gel û şervanên xwe silav dikin."

Dûre jî endamê Meclîsa Leşkerî a Kobanê Ismaîl Ismaîl axivî û ev tişt got: "Em weke şervan û Meclîsa Leşkerî ya Kobanê li hemberî dagirkeriyê disekinin û bersivên êrişên wê didin. Şervanên QSDˋê li pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê destanên dîrokî dinivîsînin û qedera gel nîşan didin."

(sş/fr)

ANHA