ˋDivê dagirker ji xaka me derkeveˊ

Koçberên kantona Efrîn û Şehba diyar kir ku ji bo misogeriya vegera ewle li warên xwe divê dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyeyê derkeve.

ˋDivê dagirker ji xaka me derkeveˊ
3 ÇILE, 2025   07:10
REQA
MIHEMED XELÎL

 Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di siyasetên xwe yên ji destpêka krîza Sûriyeyê ve, koçberkirina şêniyan ji herêmên wan û guhartina demografiya herêmên dagir dikin de, dewam dikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2018ˋan de bajarê Efrînê dagir kir û bi hezaran malbat bi darê zorê dan koçberkirin û demografiya herêmê guhart. Her wiha di dawiya Mijdar û destpêka Kanûna 2024ˋan de êrişî herêma Şehba û Til Rifetê kir ku di encamê de bi 10 hezaran şênî careke din koçber bûn.

Di vê çarçoveyê de koçberên kantona Efrîn û Şehba ji bo garantiya vegereke ewle û vegera îstîqrarê li Sûriyeyê banga derketina dewleta Tirk a dagirker ji xak û bajarên wan kir.

Koçbera ji Efrînê Fîda Cemîl got: "Em 3 caran hatin koçberkirin, gelo em ê li ku bimînin? Em nizanin Erdogan çi ji me dixwaze."

Fîda diyar kir ku divê pêkhateyên gelê Sûriyeyê ji Kurd, Ereb, Suryan û Çerkesên xwe bibin yek ku dagirkeriya Tirk ji Sûriyeyê derxin.

Her wiha Almaz Ebîdo ku ew jî ji kantona Efrîn û Şehba koçber bûye got: "Em dagirkeriya Tirk naxwazin. Em dixwazin di herêmên xwe de bin. Em naxwazin tu kes destwerdanê li xaka me bike. Em dixwazin Sûriye bi tevahî pêkhateyên xwe di bin yek alê de be, em ne bermahî û şopên Tirkiyeyê, ne jî yên çeteyan dixwazin."

Almaz anî ziman ku ji bo garantiya vegereke ewle divê dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyeyê derkeve.

Cemal Ebdo jî yê ji bajarê Efrînê yê dagirkirî got: "Divê tevahî dewlet destwerdanê bikin û zextê li Tirkiyeyê bikin ku derkeve."

Ebdo wiha dawî li gotina xwe anî: "Em gelê Sûriyeyê yek in. Em mezhebtiyê naxwazin. Em naxwazin tu kes wesiyê me be. Em dixwzin aştiyeke bêyî dagirkeriyê bijîn."

(fr)

ANHA