Ji xelkê Tebqayê bangên piştgiriya QSDˋê

Xelkê kantona Tebqa ji bo bersivdana êrişên li ser herêmê teqezî bi yekitiya pêkhateyan û hembêzkirina QSDˋê kir.

Ji xelkê Tebqayê bangên piştgiriya QSDˋê
3 ÇILE, 2025   08:10
TEBQA

Hemwextî êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê bertekên gel ên şermezarkirina van êrişan û bangên piştgiriya QSDˋê û berxwedana wan didomin.

Xelkê kantona Tebqa li hember êrişên dijî herêmê teqezî bi yekitiya navbera tevahî pêkhate, etnîkan û hembêzkirina QSDˋê, da.

Ji şêxên Tebqayê Endnan El Ilêwî ji ajansa me re li ser mijarê axivî û got: "Tiştê ku em di vê dawiyê de ji dibînin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmê dikin û dixwzin îstîqrar û ewlehiya vê herêmê têk bibin, ji hêla şervanên QSDˋê tên têkbirin. QSDˋê êriş û niyetên wan aşkera kirin û têk birin. Bi taybet dema çeteyên dagirkeriyê ketine Minbicê gelek komkujî bi serê gel de pêk anîn."

El Ilêwî wiha domand: "Divê hemû pêkhate bi yekitiyeke xurt li hember vê zulmê û zordariyê bisekinin. Em ji QSDˋê re dibêjin ku destên we sax bin. Em berxwedana jinan a parastina vî welatî silav dikin."

Li aliyekî din jî welatiya bi navê Dilşan Muslim jî li ser berxwedana QSDˋê li eniyên şer axivî û got: "Bi navê min û xelkê kantona Tebqa em têkoşîna QSDˋê li eniyên şer silav dikin. Ew hêz nûnertiya me dikin û me diparêzin."

Dilşan wiha domand: "QSDˋê nûnertiya tevahî pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, em bi dil û canê pê re ne."

Her wiha Edle El Ekeş jî got: "Em derdikevin qadan da ku piştgiriya xwe ji QSDˋê re nîşan bidin. Em her tim bi QSDˋê re ne."

(fr)

ANHA