ˊTevgera Siûdiyê li Sûriyeyê bi armanca vegerîna giraniya Ereban eˊ

Siyasetmedareke muxalif a Sûriyeyî destnîşan kir ku hebûna siyasî ya Erebistana Siûdî li Sûriyeyê bi armanca rêgirtina li pêş yekalîbûnê û vegerandina giraniya Ereban bo krîza Sûriyeyê ye.

ˊTevgera Siûdiyê li Sûriyeyê bi armanca vegerîna giraniya Ereban eˊ
7 hezîran, 2024   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN 
GÎVARA ŞÊX NÛR

Li qada derveyî Sûriyeyê di van dema dawîn de tevgerên dîplomasî yên Ereban der barê hikumeta Şamê derketin pêş. Nexasim ku Siûdiyê balyozê xwe şand Şamê û Beşar Esed di lûtkeya Ereban a li paytexta Behreynê de beşdar bû. Her wiha li gorî raporan jî Wahsington ji bo van tevgeran derfetek daye hikumeta Şamê û hevdîtinên di navbera herdu aliyan de didomin.

Siyasetmedar û lêkolera muxalif a sûriyeyî Mereh Biqaî diyar kir ku helwesta Amerîka û dewletên Ereban li hemberî hikumeta Şamê nehatiye guhartin û ew tenê dixwazin rê li ber Îranê bigirin.

Mereh Biqaî got: "Helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li hemberî rejîma Sûriyê nehatiye guhartin, lê belê ji ber rawestandina qedexekirina nêzîkbûna ji rejîma Esed re hişt dewletên Ereban vê derfetê bi kar bînin û nehêlin Îran li gorî berjrewendiyên xwe di Sûriyê de tev bigere."

Mereh Biqaî wiha domand: "Vekirina balyozxaneya Siûdî li Şamê û tevgera wê dê bihêle ku Îran hîs bike roleke Ereban a giran di Sûriyeyê de heye. Da ku Îran bi rêbaza berê li gel valahiya Ereban sûdê negire û biryarên xwe li Sûriyeyê pêk neyne."

Mereh Biqaî diyar kir ku hebûna siyasî ya Siûdiyê li Sûriyeyê, bi encama lihevhatina dawîn a wê û Îranê ye û dibe ku di dosyeya Sûriyeyê de zextê li Îranê bike.

(mh)

ANHA