Koçberên Efrînê: Li hember êrişan israra me ya berxwedanê mezin dibe

Koçberên Efrînê destnîşan kirin berxwedan û têkoşîna wan a li ser bingeha baweriya bi projeya neteweya demokratîk, dê heta serkeftinê berdewam bike.

Koçberên Efrînê: Li hember êrişan israra me ya berxwedanê mezin dibe
7 hezîran, 2024   03:45
ŞEHBA

Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyan, binesaziya herêmê û zeviyên çandiniyê bertekên şêniyên herêmê zêde dibin. Koçber ji Efrînê yê bi navê Bozan Hisên got: " Dewleta Tirk a dagirker rojane êriş herêmê dike. Lê li hember van êrişan jî, berxwedan û vîna me naşike. Em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin."

Hisên bal kişand ser ambargoya ku hikumeta Şamê li ser kantona ferz kiriye jî û diyar kir ku di encama dorpêçê de, derman lê kantonê kêm bûne.

Koçberê bi navê Fexrî Silêman jî bal kişand ku demeke dirêj e  rejîma Tirk dijbertiya gelê Kurd dike û dixwaze gel bê maf bihêle. Silêman got:  "Em gelekî aştîxwaz in, îsbata herî mezin a vê yekê jiyana hevbeş a pêkhateyan a ji di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ye."

Silêman diyar kir ku dewleta Tirk rastiya herêma Rêveberiya Xweser li pêşiya civata navneteweyî berevajî dike.

Koçbera bi navê Yasmîn Piling jî êrişên dewleta Tirk a dagirker  şermezar kir û got: " Her kes dizane dewleta Tirk ji van êrişan çi dixwaze. Armanca wê vîna me bişikîne. Lê belê em jê re dibêjin, em hevgirtî ne loma wê tu nikarî bigihêjî vê armancê."

Koçbera bi navê Fatme Dawûd jî wiha axivî: "Dewletea Tirk a ku me koçberî Efrînê kiriye êrişên xwe ranewestandine, dixwaze projeya neteweya demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike."

(şx)

ANHA