Li Laziqiyê serbazekî Şamê hat kuştin

Di êrişa çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" li gundewarê bakurê Laziqiyê de serbazekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin.

Li Laziqiyê serbazekî Şamê hat kuştin
4 îlon, 2024   20:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku duh, di encama êrişeke çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li newalê Kelez ê li çiyayê Turkmen ê li bakurê Laziqiyê de serbazekî Şamê hat kuştin. 

Li gorî SOHRʹê, ji destpêka îsal ve di 283 êrişan de 303 leşker û welatî hatine kuştin, her wiha zêdetirî 125 (ji leşkeran di nav de jî leşkerên Tirk, 136 welatî di navberê de 3 jin û 20 zarok), birîndar bûne.

(mh)