Odeyeke lezgîn ji nexweşên gurçikan re hate vekirin

Ji bo ku kareset pêk neyên, Rêveberiya Navenda Diyalîzê ya Qamişloyê odeyek lezgîn a şûştina gurçikan (diyalîzê) amade kir.

Odeyeke lezgîn ji nexweşên gurçikan re hate vekirin
28 kanûn, 2023   16:47
QAMIŞLO

Vê sibê nexweşê gurcikan Ehmed Ebdurehman Xidir (65) ê ji navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê di encama derengmayîna şuştina gurcikên li Qamişloyê de, jiyana xwe ji dest da. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Navenda Diyalîzê ya Qamişlo di 25'ê Kanûnê de ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ji xizmetê derket.

Ehmed Ebdurehman Xidir 2 salên xwe bi şuştina gurcikan li Navenda Diyalîzê ya Qamişlo derbas kirin.

Navendê 70 nexweşên gurçikan pêşwaz dikir, ji wan 10 nexweşan heftane 3 caran gurcikên xwe dişuştin. Ji bo ku kareset pêk neyên û metirstî li jiyana nexweşan nebe, rêveberiya navendê odeyek ji bo diyalîzê amade kir.

(mh)

ANHA