Ziyanên binesaziyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdeyî 1 milyar dolar e

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ziyanên mezin gihaştin binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji milyarek dolarê amerîkî derbas kiriye. Li gorî aliyên têkildarî, sererastkirina hemû ziyanan dê bi mehan dirêj bike.

 Ziyanên binesaziyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdeyî 1 milyar dolar e
22 cotmeh, 2023   04:38
QAMIŞLO
RÊNAS REMO- SÎPAN SILO

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.

Di 4′ê vê Cotmehê de, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmê zêdetir kirine û rasterast binesazî, navendên enerjî, petrol û stasyonên av û ceyranê kirin hedef. Di heman demê de Akademiya Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundewarê Dêrikê bombebaran kir.

Di encama êrişên ji 4 heta 11′ê Cotmehê de 47 welatî şehîd bûn, zêdetirî 59 kes jî birîndar bûn ku piraniya wan şervanên QSD û Hêzên Ewlekariya Hunridîn bûn. Her wiha ziyanên mezin li binesaziyê bûn. Di encamê de welatî ji av û ceyranê hatin mehrûmkirin.

Li gorî Rêveberê Zeviyê Petrolê yê Rimêlan Ehmed Îbrahîm  ji ber êrişan ziyaneke mezin gihaştin navendên xizmetguzariyê û xisarên ku bûne zêdetir mîlyar dolar derbas kir.

Em ê di vê raporê de ziyanên ku bi stasyonên petrol, xaz, kehrebeyê bûne, bi hejmar û hûrguliyan parev bikin.

Rêveberiya Zeviyê Petrolê yê Rimêlan, raporeke berfireh têkildarî deverên ku bi ziyan bûne parve kir.

Rêveberiyê di raporê de deverên ku bi ziyan bûne dabeşî 10 kom kiriye.

Koma 1′emî: Ziyanên ku bi devera xazê ya li bakurê navçeya Tirbespiyê bûne. Balafirên dewleta Tirk a dagirker 9 dever bombebaran kir. Di encamê de ziyanên ku bi cihê petrol û xazê bûne bi qasî 35 mîlyon û 351 hezar û 228 dolar e.

Koma 2′yemîn: Têkildarî stasyona girêdayî navenda Siwêdiyê ya 2′an û stasyonên sereke yên komkirina petrolê. Di  encama êrişê de tevahî amûrê wê şewitîn.

-Stasyona Babasî ya li bakurê rojhilatê navçeya Tirbespiyê bi balafirên şer hat bombekirin û bi temamî hilweşiya.

-Stasyona Zorava (Zarba) a li bakurê navçeya Tirbespiyê ye: Ziyanên bi alavên wê bû û alava kolandinê hat wêrankirin.

-Stasyona Elyan (Sêgirka) a li bakurê navçeya Çilaxa ye: Stasyon bi balafira şer hat bombekirin û di encamê de ziyanên mezin lê bûn.

-Stasyona Petrolê ya Seîda: Li bakurê Tirbespiyê ye. Ziyan li depoyên wê yên sereke bû, her wiha boriyên wê şewitîn.

Rêjeya petorlê ya ji ber êrişa dewleta Tirk hat jidestdayîn, bi qasî 44 mîlyon, 945 hezar û 824 hezar dolar e.

Her wiha rêjeya xisra giştî ya li stasyonên petrolê yên navçeyê bûye, bi qasî 96 mîlyon û 565 hezar û 798 dolar e.

Koma 3′an: Der barê ziyanên gihiştine alavên stasyonan ên mîna standên hesin û çimêntyê de,bi qasî 7 milyon 594 hezar dolarên amerîkî ziyan girtine. Her wiha dezgehên sivîl ku hesin û çimêntoya wan xerab bûye bi qasî 7 milyon  û 425 hezar dolarên amerîkî zirar girtine.

Koma 4′an: Ziyanên ku gihaştina alavên parastina ji şewatan wekî madeya fon, erebeyên agirkujiyê û alavên din ên vemirinadina agir, bi qasî 4 mîlyon û 594 hezar dolar e.

Koma 5′an: Ziyanên  petrolê yên ku di encama rawestandina  hilbirîn û derxistinê de pêk hatine, bi qasî 9 milyon û 535 hezar û 37 bermîl in, û 939 milyon û 109 hezar û 656 dolarên amerîkî jî ziyan dîtine.

Koma 6′an: Ya xaza xwezayî ye, rêjeya xaza ku derxistin û hilbirîna wê rawestandiye, 120 milyon metre çargoşe ye û nirxê wê 66 milyon û 484 hezar dolar e.

Koma 7′emîn: Tûrbîn û pompên santralên hilberîna kehrebeyê, li du beşan têne dabekirin:

1-Pompên santrala enerjiyê ya li Siwêdayê: Balafirên artêşa Tirk a dagirker 2 pomp bi temamî wêran kirin. Xisarên wê bi qasî 27 mîlyon dolar e.

Xisara giştî ya li pompên din ên stasyonê bûne,  bi qasî 23 mîlyon û 847 hezar û 120 dolar e.

2- Ziyanên gihaştine kabil û amûrên santrala kehrebeyê ya girêdayî zeviyê Rimêlan bi qasî 3 mîlyon dolar e.

Bi giştî ziyanên der barê derxistina kerhebeyê ji stasyonên petrol û gazê yên sereke de, bi qasî 53 mîlyon û 910 hezar û 820 dolar amîrîkî ye.

Koma 8′an: Ziyanên gihaştine stasyona xazê ya Siwêdiyê: Alavên wê bi temanî bi zerer bûne û bi rojan ji zixmetê derketin. Ziyanên ku gihaştine alavên ji xizmetê derketine bi qasî mîlyon û 847 hezar dolar amerîkî ye.

Rêjeya xaza malan ya ku rojane di kargehê de dihate hilbirandin 160 ton bû, ji ber ku stasyon ji kar derneketiye 4 hezar û 800 ton telef bûye, bi qasî 58 milyon û 12 hezar û 800 dolarê amerîkî ye. Her wiha rêjeya xaza pak ku rojane dihat hilbirandin 500 hezar çargoşe bû û rêjeya zirara ku gihaştine wê bi qasî 8 mîlyon û 310 hezar dolar amerîkî ye.

Têkildarî madeyên solvents, rêjeya rojane ya hilbirandina wî 40 ton bû, ji ber êrişên dewleta Tirk rêjeya ziyanên wê gihaşt hezar û 200 ton an ku bi qasî 2 mîlyon û 800 hezar dolar xisar lê bû.

Ji bilî stasyonên xazê û solvents jî, transformatorên 1, 2, 3 û 4 bi ziyan bûn û ziyanên wê bi qasî 37 dolar û 615 hezar dolar e.

Koma 10′emîn: Der barê stasyonên kehrebeyê yên li navçeyên Amûdê, Tirbespiyê, bajarê Amûdê û stasyona Sed Xerbî (Bendava rojava) ya li Hesekê de ne. Balafirên dewleta Tirk a dagirker ev stasyon bombebaran kir û bi temamî ji xizmetê derxistin.

Rêjeya ziyanên ku gihaştine stasyona Qamişlo bi qasî 2 mîlyon û 15 hezar dolar e. Her wiha rêjeya ziyanên ku gihaştine stasyona Amûdê bi qasî 2 mîlyon û 600 hezar û 432 dolar amerîkî. Stantrala kerhrebeyê ya navçeya Tirbespiyê jî bi qasî mîlyon û 842 hezar dolar bi xisar bû û xisra li stasyona Sed Xerbî ya li Hesekê bûye, bi qasî 843 hezar û 23 dolar e.

Rêjeya giştî ya zirar û xisarên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker gihaştine binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 270 mîlyar û 270 mîlyon û 201 hezar û 782 dolar amerîkî ye.

Rêveberê Zeviyê Petrolê yê Rimêlan Ehmed Îbrahîm diyar kir ku wan di demeke kurt de karibîn bi rêya alavên di depoyan de, hin deverên ji xizmetê derketibûn sererast bikin. Her wiha anî ziman ku deverên din di qonaxa sererastkirinê de ne û sererastkirina wan dê bi mehan dirêj bike.

Îbrahîm destnîşan kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirerk welatî ji kehrebeyê bê par mane û bi bîr xist ku wan  kehrebe bi domdarî didan 101 gundên kantona Qamişloyê yên nêzî stasyonên petrolê, lê piştî êrişan û derketina stasyonan ji xizmetê saetên dayîna kehrebeyê kêm bûn.

Ehmed Îbrahîm anî ziman ku sûcên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dighêjin asta sûcên şer û bal kişand ser durûtiya hêzên nanveteweyî û rêxistinên mafên mirovan di dan û standinên bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, wêrankirina binesazî û hedefkirina welatiyan.

Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef. Di dîroka navbera 20 heta 23′yê Mijdara 2022′yan de, dewleta stasyonên xaz, petrol û kehrebeyê bombebaran kir. Di êrişa li ser stasyona gundê Teqil Beil a li Dêrikê de nûçegihanê me Îsam Abdullah û hejmarek welatî şehîd bûn.

(bb)

ANHA