`Ziman rûmet û hebûna me ye`

Nivîskar Ebdulwehab Pîranî û rêvebera Meclisa Jinan a TEV-DEM`ê Efaf Heskê divê ziman kurdî û mafên gelê Kurd di destûrê Sûriyeyê de werin misogerkirin.

`Ziman rûmet û hebûna me ye`
21 hezîran, 2026   02:35
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Nivîskar Ebdulwehab Pîranî destnîşan kir ku mafên neteweyî û çandî yên gelan mafên dîrokî û exlaqî ne, nabe ku werin înkarkirin û got gelên bi hev re dijîn divê nasnameya hev nas bikin û înkar nekin. Gelê Kurd yek ji gelên herî kevnar ê Mezopotamyayê ye.

Pîranî diyar kir gelê Kurd ji dema hevpeymanên navneteweyî (Lozan, Syks-Picot) ên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn çêbûn ji mafên xwe wan ên neteweyî û çandî mehrûm kirine û got sîstema Baasê hilweşiya lê hîna jî pirsgirêka Kurd çareser nebûye. Di vê demê de hîn zêdetir li ser mafên çandî û zimanê yên gelê Kurd tê nîqaşkirin lê mijara mafên gelê Kurd ên siyasî û neteweyî di destûr de were misogerkirin, paşguh dikin. Ji ber vê yekê pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin.

Ji bo Biryarnameya 13’an Pîranî got gaveke erênî ye lê divê mafên gelê Kurd di destûrê Sûriyeyê de werin misogerkirin.

Rêvebera Meclisa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Efaf Heskê jî got Sûriye di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û niha jî li Rojava entegrasyon çêdibe û guhertinên siyasî û civakî yên girîng hene û got: “Hedefa şoreşa Rojava (19`ê Tîrmehê) parastina mafê ziman, çandî û siyasî yên gelê Kurd bû. Di destûra Sûriyeyê de divê hebûna siyasî û çandî ya gelê Kurd were misogerkirin. Tenê bi rêya destûrê em dikarin mafên xwe biparêzin.

Efaf Heskê di dawiya axaftina xwe de got gelek aliyan xwest wan ji ziman, çand û mafên me dûr bixin û got: “Lê me têkoşîna xwe domand û bi nasnameya xwe ve girêdayî man. Di dîroka me de gelek şoreş û serhildan çêbûn û daxwaza mafên xwe kirin. Ziman û çanda me parçeyekî jiyana me ye, nûnertiya rûmet û hebûna me dikin.”

(np)

ANHA