Zextên li ser penaberên Suriyeyî yên li Lubnanê zêde bûn

Piştî kuştina raydarê Hîzb El Quwet El Lubnaniye (Partiya Hêzên Lubnanî) Paskal Silêman, zextên li ser penaberên Sûriyeyî yên li Lubnanê zêde bûn.

Zextên li ser penaberên Suriyeyî yên li Lubnanê zêde bûn
11 nîsan, 2024   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsên Hizb El- Quwet El-Lubnaniye yê navçeya Cubeyl a Cebel Lubnanê Paskal Silêman 7’ê Nîsanê hati kuştin. 

Artêşa Lubnanê di hesaba xwe ya X de diyar kiribû ku Paskal Silêman ji aliyekê komeke dizên seyareyan ve hatiye kuştin û cenazeyê wî birine Suriyeyê.

Piştî bûyerê, li ser medyaya dijîtal gelek dîmen hatin belavkirin ku hinek kes êrişî paneberên sûriyeyî dikin.

Di dîmeneke ku hat gotin li bajaroka Taberca hatiye kişandin de komek êriş karkarekî sûriyeyî yên vedigeriya mala xwe dikin.

Dîmenek jî li herêma Birc Hemûd hatiye kişandin. Komeke ciwanên li motorsiklêtan siwar bûne bi horpaloran ji sûriyeyiyan dixwazin beriya înê terka mal û dikanên xwe bikin. Her wiha ciwanek dibêje: "Me hişyarî da êdî tu bihane nîn in."

Rayedarek Şaredariya Birc Hemûd jî ji malpera El Cedîd re gotiye ku ji bo kontrolkirina rewşê ew bi hêzên ewlekariyê re di nava pêwendiyan de ne û dê pişt re daxuyaniyekê bidin.

Komek ji herêma El Eşrefiye û El Cîwar jî daxuyaniyek da û bang li sûriyeyiyên li herêmê kir ku beriya înê ji malên xwe derkevin.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Hikumeta Lubnanê Besam Mulawî beriya çend rojan gotibû diyar dibe ku kuştina Silêman bi destê komeke sûriyeyiyan pêk hatiye û divê tedbîr bên girtin, hejmara penaberên sûriyeyî yên dikevin welat bên kêmkirin.

Piştî daxuyaniyên Hikûmeta Lubnanê yên ku dibêjin bêyî kordîne penaber vegerin Suriyeyê, zextên li ser sûriyeyiyên li vî welatî jî zêde bûn.

Di Tîrmeha 2022`yan de hikumeta Lubnanê ragihandibû ku ji bo derxistina sûriyeyiyan ji Lubnanê bi hikumeta Şamê re koordîne kiriye û dê 15 hezar sûriyeyî mehane vegerin Sûriyeyê, lê heta niha ev plan bê encam maye.

Sala borî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyeyê de, ragihandibû ku ew amade ye penaberên sûriyeyî pêşwazî. Piştî wê daxuyaniyê, sala borî rêveberiyê zêdetirî 50 penaberên sûriyeyî yên ji Lubnanê vegeriyan Sûriyeyê pêşwazî kirin.

(şx/a)