Zêdetirî 610 hezar Sûriyeyî û Lubnanî derbasî Sûriyeyê bûne

Desthilatên Lubnanê diyar kir ku ji 23'yê Îlona borî ve zêdetirî 385 hezar penaberên Sûriyeyî û 225 hezar Lubnanî ji Lubnanê derbasî Sûriyeyê bûne. Di heman demê de hejmara Sûriyeyî û Lubnaniyên gihaştine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 20 hezar û 409 e.

Zêdetirî 610 hezar Sûriyeyî û Lubnanî derbasî Sûriyeyê bûne
18 mijdar, 2024   23:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînatorê Komîteya Awarte û wezîrê Jîngehê yê hikumeta demkî Nasir Yasîn der barê penaberan de raporek weşand. Di raporê de tê diyarkirin ku zêdetirî 385 hezar Sûriyeyî û 225 hezar Lubnanî ji destpêka êrişên Îsraîlê li dijî Lubnanê ve derbasî xaka Sûriyeyê bûne.

Di raporê de hat aşkerakirin ku di 48 saetên dawîn de Îsraîlê 300 êriş li dijî deverên cuda yên Lubnanê pêk anîne. Her wiha ji ber bombebarana bi fosfora spî, 65 hezar darên zeytûnê hatine talankirin.

Girêdayî wê, Maseya Krîzê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şemiya borî ragihandibû ku 20 hezar û 409 kes ji Lubnanê gihîştine herêmê.

Maseyê destnîşan kir ku di nava kesên ji berê êrişan ji Lubnanê vegerîne herêmê 7 hezar û 573 mêr, 6 hezar û 236 jin, 6 hezar û 478 zarok, 94 lubnanî û 28 cenaze.

(mh/fr)