Hêzên Şamê ji 2 nuqteyên li gundewarên Humsê vekişiyan

Hêzên hikumeta Şamê ji nişka ve ji nuqteyên li gundewarê bakurê Humsê li ser rêya sereke ya di navbera Şam û Helebê de vekişiyan.

Hêzên Şamê ji 2 nuqteyên li gundewarên Humsê vekişiyan
18 mijdar, 2024   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku vê êvarê, hêzên rejîmê ji nişka ve leşkerên xwe ji 2 nuqteyên leşkerî yên li bajarê Telbîsê yê bakurê bajarê Humsê vekişandin.

SOHRˋê diyar kir ku erebeyên leşkerî ji 2 nuqteyên li dibistana sînaa û dibistana seretayî yên bajarê Telbîsê ber bi cihekî nediyar ve vekişayn û li şûna wan hêzên ji "Ceyş El Şeibî" bi cih bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bajarê Telbîsê li ser rêya di navbera Şam û Helebê de ye û yek ji bajarên destpêkê ji bin kontrola hikumeta Şamê de derketiye.

(fr)