Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê nivîskar û rojnameger Nagîhan Akarsel di salvegera 4’emîn a şehadeta wê de, ji aliyê malbat û hevalên wê ve li ser gora xwe hat bibîranîn.

Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn
4 cotmeh, 2026   16:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê nivîskar û rojnameger Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmehê 2022’yan de li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin, di salvegera 4’emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya gundê Gulyazi ya navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê hat bibîranîn. Malbata Nagihan Akarsel,endamên Jineolojiyê, Komeleya Rojnamegerên Jinên Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG), Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Konyayê û parlamentera DEM Partî ya Stenbolê Ozgur Sakî jî tev li bîranînê bûn.

Girse li mala malbata Nagihan Akarsel hat ba hev û heta goristanê meşiya. Dayika Nagihan Akarsel jî sandalyeyê bi teker li pêş girseyê tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyê jî hat ser gorê. Kesên tev li bîranînê bûn qurnefîl danîn ser gora Nagihan Akarsel. Bîranîna li ser goristanê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo hemû cangoriyên azadiyê, dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê parlamentera DEM Partî Ozgur Sakî axivî û bi lêv kir ku Nagihan Akarsel bi Jineolojiyê heqiqet digihand civakê û wiha got: “Bi qetilkirina Nagihan re xwestin pêşiya vê heqîqetê bigirin. Lê ew têkoşîn hê didome. Gelek rojnamegerên Çapemeniya Azad gelek şehîd di vê rê de dan. Em hemû şehîdan bi bîr tînin û têkoşîna wan rêya me ronî dike."

Endama MKG’ê rojnameger Dîren Yurtsever jî da zanîn ku Nagihan Akarsel mîrateya têkoşîna heqîqetê ji wan re hiştiye û wiha got: “Em jî soz didin ku em ê hewl bidin layiqî têkoşîna wan bin. Emê li ser rêya ku şehîdên Çapameniya Azad ji me re vekirine bimeşin.”

Ji malbata manevî ya Nagihan Akarsel Reyhan Yildirimci jî destnîşan kir ku wê demekê dirêj bi Nagihan Akarsel re bi hev re jiyaye û wiha axivî: “Piştî li Silemaniyê hat qetilkirin jî fikrên wê bi hezaran jinan re bû nexşe rê.”

Piştî axaftinê girseyê dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin Jiyan azadî” berz kir. Piştre jî beşdarên bîranînê li ser têkoşîn û jiyana Nagihan Akarsel hestên xwe anîn ziman.

Bernameya bîranînê bi xwendina diayan bi dawî bû.