Li dijî qutbûna elektrîkê û derengdayîna mûçeyan xwepêşandan hatin lidrxistin

Li Heleb, Hesekê û Siwêdayê, pîşesaz, karker û karmendan ji ber qutbûna elektrîkê û derengketina dayîna mûçeyan xwepêşandan kirin.

Li dijî qutbûna elektrîkê û derengdayîna mûçeyan xwepêşandan hatin lidrxistin
4 cotmeh, 2026   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, pîşesaz, karker û karmendên li Heleb, Hesekê û Siwêdayê li dijî pirsgirêkên têkildarî qutbûna elektrîkê, derengketina dayîna mûçeyan xwepêşandan li dar xistin.

Li bajarê pîşesaziyê yê El Ra'i li gundewarê bakurê Helebê, komek pîşesaz û xwediyên kargehan li dijî qutbûnên elektrîkê yên dubare, ku bûne sedema girtina çend kargehan û astengkirina xetên hilberînê, xwepêşandan kirin. Wan daxwaza peydakirina elektrîkê kirin û hişyarî dan li ser windahiyên berdewam û bandora li ser kargehan û dayîna mûçeyên karkeran.

Li bajarê Şedadê û gundewarê derdora wê li başûrê Hesekê, karmendên Desteya Avê û stasyonên wê li ber baregeha Desteyê xwepêşandanek li dar xistin. Xwepêşanderan li dijî derengketina entegrebûna xwe di saziyên hikûmeta Sûriyeyê de û nedayîna mûçeyên wan, ku nêzîkî 10 mehan e nayên dayîn, protesto dikirin.

Li Siwêdayê jî, hejmarek karmendên ku vê dawiyê ji Desteya Avê hatine derxistin, digel karkerên ku nêzîkî 5 mehan mûçeyên xwe wernegirtine, li ber baregeha Desteyê greva xwe berdewam kirin.

(k)

ANHA