Xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê der barê silavên Rêber Apo de daxuyaniyek da

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê û Meclisa Xwendekaran der barê silavên Rêber Abdullah Ocalan ji wan re şandine de, daxuyaniyek da.

Xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê der barê silavên Rêber Apo de daxuyaniyek da
16 hezîran, 2025   13:20
KOBANÊ

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê û Meclisa Xwendekaran der barê silavên Rêber Abdullah Ocalan ên ji xwendekar û xebatkarên Zanîngeha Kobaniyê re daxuyaniyek da.

Xwendekarê Zanîngeha Kobaniyê Arif Ebdo, bi amadebûna xwendekar û mamosteyên Zanîgeha Kobaniyê daxuyanî li pêş zanîngehê xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ev demeke dirêj e li Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêk Kurd tê nîqaşkirin. Ev gav bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir. Banga Rêber Abdullah Ocalan a ku di 27’ê Sibatê de kiriye ji hêla gelek dewletan û akademisyenan ve hat pêşwazkirin. Di çarçoveya naskirin û nîqaşkirina vê bangê de, Zanîngeha Kobaniyê panelek li dar xist. Di panelê de bi rêya onlinê parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan beşdar bûbû.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di panelê de mamoste, xebatkar û xwendekaran ji Birêz Omer Ocalan xwest ku silavên tevahî xebatkarên Zanîngeha Kobaniyê bigihîne Rêber Abdullah Ocalan.

Her wiha hat destnîşankirin ku bi boneya Cejna Qurbanê hevdîtina malbatan pêk hat. Malbata Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin bi pê re kirin. Di hevdîtinê de Omer Ocalan ji Rêber Abdullah Ocalan re got silavên mamoste, xebatkar û xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê ji we re hene.

Omer Ocalan nameya Rêber Ocalan a ku ji mamoste, xebatkar, akademisyen û xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê re şandin, wiha ragihand: "Birêz Ocalan qîmet û giringîyeke mezin da xebatên zanîngehan li Rojava. Zanîngeh weke bingeh û hêlîna avakirina fikra azadî, wekhevî û demokrasîyê nirxand. Li dijî modernîteya kapîtalîst û dubareyên bîrokratîk û akademîk; mîsyoneke nû û moderin a azadiya ramanê û afrandina fikrî li hebûna zanîngehan bar kir. Li ser têgeh û nêzîkatiya paradîgma û perspektîfa nû, bi hebûna Zanîngeha Kobaniyê bi kelecan û serbilind bû û di xebatan de serkeftin ji zanîngehê û xwendekaran re xwest."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em weke xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan serbilind in. Ji bo nameya ku ji Rêber Ocalan de, ji bo me hatiye, em bi kelecan in. Em soz didin ku xwedî li nameya wî derkevin û li gorî paradîgmaya nû tev bigerin. Em li hember Rêber Abdullah Ocalan û civaka xwe deyndar in û çi ji destê me were em ê bikin. Her wiha em xwedî şans in ku di vê pêvajoyê de, hemwextî felsefeya Rêber Ocalan jîyan dikin û bi wê felsefeyê ber bi azadîyê dimeşin."

(sş/fr)

ANHA