`Em ê her tim têkoşîna xwe berdewem bikin’

Jinên Kantona Firatê berxwedana girtiyên di zindanan de silav kirin û piştgiriya xwe bi wan re nîşan dan.

`Em ê her tim têkoşîna xwe berdewem bikin’
28 hezîran, 2024   03:45
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Jin li Kantona Firatê der barê çalakiya berxwedanê ya girtiyan li zindanên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û çalakiya girtiyên azadiyê ku ev 215 roj e didome û  gotin têkoşîna wan li dijî tecrîdê her dê bidome.

Endama Ofîsa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Kantona Firatê Bêrîvan Cuma berxwedana zindanan silav kir û got: "Berxwedana hevalên me yên di zindanan de li hember sîstema dîktator dimeşînin hêz û moral dide me. Pergala niha dixwaze gelan tune bike.”

Bêrîvan wiha anî ziman: "Sîstema desthilatdar her tim dixwaze vê berxwedanê têk bibe. Lê gelê ku bi  felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe nas kiriye fêrê berxwedanê bûye ku girtiyên azadiyê Îro di zindanên Tirkiyê de vê rihî nîşanî me didin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Emîra Mihemed jî  got: "Çi dibê bila bibe tinê rêyek heye ew jî rêta  berxwedanê ye."

Emîra destnîşan kir ku 215  roj e di hemû zindanên Tirkiyê de girtiyên azadiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di çalakiyan de ne. lê ew dewletên ku qaşo xwe parastina mafên mirovan îdia dikin li hember van sûcan bêdeng in bi taybet saziya CPT çima bê deng e? Ka mafê mirovan? Çima erka xwe pêk nayne?”

Emîra di dawiyê de bal kişand ser berxwedana girtiyên azadiyê û diyar kir ku wê her tim li qadan bin û piştgiriya wan bikin.

ANHA