YRA`yê encamên lêkolînên Komîteya Şopandina Rastiyan aşkera kirin

Yekitiya Ragihandina Azad û Rêxistina Mafên Mirovan a kantona Cizîrê encamên lêkolînên Komîteya Şopandina Rastiyan ên têkildarî êrişên li dijî rojnamevanan aşkera kirin.

YRA`yê encamên lêkolînên Komîteya Şopandina Rastiyan aşkera kirin
2 mijdar 2024   14:53
QAMIŞLO

Di Îlona sala 2023’yan de Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi hevkariya Rêxistina Mafên Mirov a kantona Cizîrê biryar da ku Komîteya Şopandina Rastiyan der barê zextên li ser rojnamevenên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ava bike.

YRA`yê û Rêxistina Mafên Mirovan îro bi boneya Roja Bidawîanîna Bêcezakirina Tawanên li dijî Rojnamevanan a Cîhanê, di civîneke çapemeniyê ya li Baxçeyê Xwendinê yê li Qamişloyê encamên lêkolînên komîteyê aşkera kirin.

Hevserokê YRA’yê Dilyar Cizîrî der barê Roja Bidawîanîna Bêcezakirina Tawanên li dijî Rojnamevanan de axivî û bal kişand ser binpêkirinên ku li hemû welatên cîhanê li dijî rojnamevanan tên kirin û got ev binpêkirin ne tenê li Sûriyeyê lê li welatên mîna Lubnan û Filistîn jî têne kirin û di şerê berdewam de bi dehan rojnamevanan hatine kuştin.

Cizîrî diyar kir ku rapora Komîteya Şopandina Rastiyan bi delîlên teqez berpirsyariya dewleta Tirk a hedefgirtina rojnamegeran belge kiriye, rapor bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî hatiye amadekirin û wê bi rayedarên navneteweyî yên têkildar re bê parvekirin.

Nûnera Rêxistina Mafên Mirovan Evîn Şêxmûs jî rapora encamên lêkolînên Komîteya Şopandina Rastiyan xwend.

Di raporê de bi delîlan hatiye diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi qesdî rojnamevan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine hedef. Her wiha Evîn diyar kir ku di nava delîlan de dîmen û wêne jî hene ku tawanên dewleta Tirk nîşan didin.

(k)