Rojnamevan Jîna Muderis hat girtin
Rojnamevan Jîna Muderis ku ji ber xwepêşandanên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, hat girtin.

Rojnamevan Jîna Muderis Gorcî li ser malpera xwe ya tora civakî der barê girtina xwe de peyamek belav kir.
Jîna Muderis di peyama xwe de got: “Ez îro diçim girtîgeha jinan ya Sineyê ku cudahiya zayendî, çînayetî û neteweyî sê qat lê zêde ye. Dema ku min kel û pelên xwe ji bo girtîgehê amade dikirin, min destpêkê hêviya xwe xist çenteyê xwe, da ku ez bi hêvî biçim wir.”
Hêjayî gotinê ye di 31’ê Cotmehê (2024) de, rojnamevan Jîna Muderis ragihand ku dadgehê belgeyek jê re şandiye û xwestiye roja Şemiyê xwe radestî girtîgeha jinan ya Sineyê bike û cezayê xwe bikêşe.
Di meha Hezîrana îsal de Dadgeha Şoreşê ya Sine li rojnamevana Kurd û çalakvana mafê jinan Jîna Muderis Gorcî, 10 heta 21 sal cezayê girtîgehê birî bû. Piştre cezayê wî ji bo 16 mehan hatibû kêmkirin.