Li Xezayê 8 filistînî hatin kuştin

Di encama êrişên hewayî yên îsraîlê yên li dijî bajarê Xezayê de 8 filistînî hatin kuştin. Li Şerîdeya Rojava  jî  herî kêm 20 filistînî hatin girtin.

Li Xezayê 8 filistînî hatin kuştin
2 mijdar, 2024   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ku agahiyên xwe ji çavkaniyên tenduristiyê wergirtine, ragihand ku di bombebarana li dijî taxa Siftawiye ya bakur rojavayê bajarê Xezayê de 3 filistînî hatine kuştin. 

Li gorî heman çavkaniyan, di bombebarana li dijî malekê li kampa Nasîrat de 5 filistînî hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûye.

Ajansê da zanîn ku hêzên Îsraîlê ji duh ve û heta îro di nav de dîlgirtiyên berê, herî kêm 20 filistînî girtine.

Desteya Kar û Barên Dîlgirtiyan û yên hatine rizgarkirin, kluba El Esîr bi daxuyaniyeke hevbeş diyar kir ku filistînî li parêzgehên Xelîl, Ramallah, Nablus, Qelqîliye, Erîha û Beyt Lehim hatin girtin, gef li girtî û malbatên wan hatin xwarin. Her wiha destnîşan kir ku li gel revandin û gefxwarinan kiryarên xirabkirinê li malên wan hatin kirin û girtî xistin ber lêpirînê.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ji destpêka şer ve, zêdetirî 11 hezar û 500 filistînî li Şerîdaya Rojava û Qudsê hatine girtin.

(şx/bb)