YNK û Nifşa Nû ji bo hikûmeta nû civiya

Şandeya YNK’ê û Tevgera Nifşa Nû li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji bo nîqaşkirina hûrgiliyên peymana di navbera wan û tevlêbûna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hev civiya.

YNK û Nifşa Nû ji bo hikûmeta nû civiya
19 sibat, 2026   20:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke Bilind ya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Endamê Mekteba siyasî ya YNK’ê  Lalaw Kusret Resûl li gel şandeya Nifşa Nû bi seroaktiya Cêgirê Serokê Tevgera Nifşa Nû Rêbiwar Ebdulrehman li hev civiyan.

Ev civîn piştî lihevkombûna Serokê YNK’ê Bafil Talebanî û Serokê Nifşa Nû Şasuwar Ebdulwahîd ku 18’ê Sibatê li hev kombûn pêk hat.

Endamê şandeya YNK’ê Salar Serhed têkildarî civînê axivî û got: “Ev civîn di çarçoveya hevkariya siyasî û amadekariyên ji bopêkanîna hikûmeta nû ye. Herdu alî kar dikin li ser lihevkirineke kûr ya dualî ku li gorî berjewendiyên xelkê be û guherîn di şêwazê hikûmraniyê de bikin.”