Li Siwêdayê mayînek bi erebeyekê de teqiya, kesek mir

Li gundewarê başûrê rojavayê Siwêdayê mayînek bi erebeyekê de teqiya, kesekî hîna nasnameya wî nayê naskirin jiyana xwe ji dest da.

Li Siwêdayê mayînek bi erebeyekê de teqiya, kesek mir
19 sibat, 2026   21:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ragihand ku li derdora gundê El Mecêmir ê gundewarê Siwêdayê nêzî sînorê îdarî yê Derayê mayînek bi erebeyekê de teqiya, kesekî jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihan anî ziman ku heta niha nasnameya kesê jiyana xwe ji dest daye nehatiye zanîn, lê çavkaniyên xwecihî texmîn kir ku ew girêdayî komên eşîrên li herêmê be û hejmara birîndaran jî nehat zanîn.

Çavkaniyan destnîşan kir ku ji ber teqînê erebe bi temamî şewitî.

(ac/fr)

ANHA