Yekitiya Şaredariyên Dêrazorê xebatên xwe nirxandin

Yekitiya Şaredariyên Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de behsa zehmetî û pirsgirêkan hat kirin û plansaziya sala bê hat danîn.

Yekitiya Şaredariyên Dêrazorê xebatên xwe nirxandin
Yekitiya Şaredariyên Dêrazorê xebatên xwe nirxandin
Yekitiya Şaredariyên Dêrazorê xebatên xwe nirxandin
Yekitiya Şaredariyên Dêrazorê xebatên xwe nirxandin
Yekitiya Şaredariyên Dêrazorê xebatên xwe nirxandin
Yekitiya Şaredariyên Dêrazorê xebatên xwe nirxandin
11 mijdar, 2025   19:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Yekitiya Şaredariyan a Dêrazorê civîna xwe ya sala 2025ˊan li hola Meclisa Rêveber a herêma Meamil a kantona Dêrazorê li dar xist.

Endamên meclîsên kantonê û şaredariyan, nûnerên sazî û dezgehên sivîl, nûnerên Desteya Jinan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê û nûnerên Yekitiya Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Meclisa Yekitiya Şaredariyan a Dêrezorê Hîbe El Zarih bi xêrhatina beşdaran kir. Dûre rewşa rêxistinî û raporên salane yên beşên Meclisa Yekitiya Şaredariyan a kantonê hatin xwendin.

Piştre, sînevîzyonek li ser xebat û destkeftiyên Meclisa Yekitiya Şaredariyan a Dêrazorê yên sala 2025’an û zehmetî hatin pêşkêşkirin.

Di civînê de hevserokê Yekitiya Şaredariyan a Dêrezorê Mahir Elawî diyar kir ku armanca vê civînê ew e ku şaredarî li ser astengî û zehmetiyên ku di dema pêkanîna projeyên xwe de rastî wan hatine nîqaş bikin û çareseriyên derbaskirina van zehmetiyan bibînin.

Elawî anî ziman ku  şaredariyên li kantonê nêzî 67 xebat pêk anîne.

Di dawiyê de encamên girîng hatin diyarkirin, weke; erkdarkirina nivîsgeha pîşeyî li her şaredariyekê ku kefşên texmînî yên xebatan amade bikin, xebatên 2026ˊan pêşkêş bikin, xebatên girîng ên 2026ˊan diyar bikin.

(ac/fr)

ANHA