Parêzvanên Niştîmanî: Bi dronan êrişî rojavayê Siwêdayê hat kirin

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê ragihand ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi dronan êrîşî eniyên rojavayê bajêr kir.

Parêzvanên Niştîmanî: Bi dronan êrişî rojavayê Siwêdayê hat kirin
11 mijdar, 2025   20:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê "binpêkirineke aşkera" li Siwêdayê kir.

Di daxuyaniya fermandariyê de hat gotin ku "Çeteyên terorîst ên girêdayî Şamê bi dronên hewl da êrişeke tirsonak li dijî sivîlan bi kar bînin û aramiya li hundirê herêmên ewle têk bibin." Fermandariyê diyar kir ku êrişa "rageşiyeke xeternak a terorane ji hêla rejîmê ve ye."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev binpêkirin îsrara êrişa wan aliyan nîşan dide û hat gotin, "Desthilat ji bilî zimanê texrîbkirinê, wêranî û êrişa dijî sivîlan nizane"

Fermandariyê di dawiyê de got hêzên wan ji bo şer amade ne û bi rêya pergalên şopandin û bersivdana tavilê hewa û bejahiyê dişopîne û çi binpêkirin an jî gef hatin kirin wê bersivên tund bên dayîn.

(fr)