Di teqîna li Şamê de 3 zarok mirin

Di encama teqîna bermahiyên şer li gundewarê Şamê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Di teqîna li Şamê de 3 zarok mirin
11 mijdar, 2025   19:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li taxa El Sibêrî ya bakur a bajarokê Kenakir ê gundewarê Şamê bombeyek ji bermahiyên şer teqiya, di encamê de 3 zarok di cih de jiyana xwe ji dest dan.

Ev bûyera trajedîk, digel berdewama teqînên bermahiyên şer bêyî girtina tedbîrên rakirina mayînan ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve, pêk hat.

Ji 8’ê Kanûna 2024’an de, heta niha 653 kes di nav wan de 189 zarok û 42 jin, ji ber madeyên teqemeniyê û bermahiyên şer, jiyana xwe ji dest daye.

(ac/fr)

ANHA