Meclisa Gelan a Demokratîk tayînkirinên nû erê kirin

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tayînkirinên nû di meclisê de erê kirin, temsîlkirina bloka Yekitiya Suryanî di Meclisa Cizîrê de berfireh kir, endamtiya 2 nûnerên ji pêkhateya Kurd û endamtiya 2 nûnerên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn tesbît kirin.

11 mijdar, 2025   18:57
REQA

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro rûniştina xwe ya asayî ay 119ˊan bi amadebûna hevserk, endamên meclisê li dar xist.

Di rûniştinê de hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûre naveroka rûniştina berê ya 118ˊan a di 14ˊê Cotmehê de hatibû lidarxistin hat pêşkêşkirin.

Di rûniştina 119ˊan de hejmarek biryarên rêxistinî û tayînkirinên nû hebûn û wiha ne:

Qebûlkirina îstîfaya Yehya El Meslob ji endamtiya Meclisa Gelan a kantona Tebqayê û tayînkirina Ehmed Ilêwî weke nûnerê nû yê meclisê li kantonê.

Tesbîtkirina endamtiya Taza Başa û Heyfa Xelîl weke nûnerên ji pêkhateya Kurd li kantona Cizîrê û sonda yasayî li pêş endamên meclisê xwarin.

Berfirehkirina bloka Yekitiya Suryanî di Meclisa Cizîrê de û tesbîtkirina endamtiya Yabîl Hena li şûna Armîna Mardo û Gabî Şamûn li şûna Fadiya Yûsif.

Qebûlkirina endamtiya nûnerê Partiya Yekitiya Suryanî Besam Qaso bi dengdana giştî û li pêş meclisê sond xwar.

Tesbîtkirina endamtiya nûnerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El Hesen û Elya Eba Bekir weke endamên Meclisa Gelan a Demokratîk.

(ac/fr)

ANHA