Yekitiya Jinên Ermen semînerek li dar xist

Yekitiya Jinên Ermen li ser girîngiya tesbîtkirina zû ya nexweşiya penceşêra pêsîrê semînerek da.

Yekitiya Jinên Ermen semînerek li dar xist
Yekitiya Jinên Ermen semînerek li dar xist
Yekitiya Jinên Ermen semînerek li dar xist
Yekitiya Jinên Ermen semînerek li dar xist
Yekitiya Jinên Ermen semînerek li dar xist
Yekitiya Jinên Ermen semînerek li dar xist
Yekitiya Jinên Ermen semînerek li dar xist
17 cotmeh, 2024   12:28
QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ermen a Qamişloyê li ser girîngiya nexweşiya penceşêra pêsîrê semînerek li navenda xwe ya li taxa Kornîş a Qamişloyê da.

Semîner ji hêla rêvebera yekitiyê Sêta Girbo û endama Navenda Tenduristiyê ya taxa Hilîliyê ya Qamişloyê Zehra Hemo ve hat dayîn.

Di destpêkê de Sêta Girbo bal kişand ser hişyarkirina ji nexweşiya penceşêra pêsîrê, xweparastina jê û girîngiya pêşîgirtina belavbûna wê.

Zehra Hemo jî li ser nîşaneyên vê nexweşiyê axivî. Zehrayê teqezî bi girîngiya taqîkirina tesbîtkirina zû ya penceşêra pêsîrê kir û cureyên vê penceşerê şîrove kirin.

Her sal di meha Cotmehê de ji bo jinan têkildarî nexweşiya penceşêra pesîrê semîner û civîn tên lidarxistin.

Heya dawiya meha Cotmehê jin dikarin serdanê li Navenda Tenduristiyê ya taxa Hilîliyê ya Qamişloyê bikin.

(zş)

ANHA