Îsraîlê li Laziqiyê da: 2 kes birîndar bûn

Artêşa Îsraîlê başûrê rojavayê Laziqiyê bombebaran kir. Di encamê de 2 kes birîndar bûn û zirarên madî çêbûn.

Îsraîlê li Laziqiyê da: 2 kes birîndar bûn
17 cotmeh, 2024   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku artêşa Îsrîalê saet derdora 02.50ˈan de baregeheke nêzî deriyê başûrê rojavayê bajarê Laziqiyê kir hedef. Hate diyarkirin ku di encama bombebaranê de 2 kes birîndar bûn û zirarên madî çêbûn.

SOHRˈê jî ragihand ku êriş nêzî bendereke biçûk a komên girêdayî Îranê pêk hatiye.

Li gorî daneyên SOHR’ê, ji destpêka îsal ve Îsraîlê 113 êriş (93 hewayî û 20 bejahî) li  Sûriyeyê kirine.

SOHR’ê da zanîn ku di encama van êrişan de 275 leşker hatine kuştin û 181 jî birîndar bûne. Her wiha 195 hedef (depoyên çekan, baregeh, navend û maşîne) îmha bûne.

(bb)