Yekitiya Êzidiyan Mam Zekî bi bîr anî

Ji pêşengên civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî di salvegera şehadeta xwe de li bajarê Tirbespiyê hat bibîranîn.

Yekitiya Êzidiyan Mam Zekî bi bîr anî
15 tebax, 2025   15:54
QAMIŞLO

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û endamê Komîtya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) 15’ê Tebaxa 2018’an di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Şengalê şehîd bûbû.

Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê bi boneya salvegera şehadeta Mam Zekî Şengalî daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna endam û rêveberên yekitiyê li pêşiya Mala Êzidiyan a li bajarê Tirbespiyê hat dayîn û ji aliyê hevserokê Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê Celal Hacî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dîroka 15’ê Tebaxê di meşa têkoşîna Kurdî de xwedî remzeke taybet e. Di sala 1984’an de wekî îro bi pêşengiya Fermandar Mahsûm Korkmaz têkoşîna çekdarî dest pê kir. Di 14’ê Tebaxê de li Sîba Şêx Xidir û Til Izêr komkujî hatin kirin. Di sala 2014’an çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê ferman pêk anîn. 15’ê Tebaxa 2018’an de Bavê ronahî yê felsefeya berxwedan û şoreşê Mam Zekî Şengalî hat şehîdxistin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dema ku civaka Êzidî qurbaniyên komkujiya Şengalê bi bîr dianîn, dewleta Tirk a dagirker Mam Zekî Şengalî şehîd xist.

Di dawiya daxuyaniyê de peyama girêdana bi felsefeya neteweya demokratîk û heya qedandina dagirkeriyê soza bi şehîdan re hate dayîn.

(bb)

ANHA